23:39:17
Rojava News: Li gorî raporta Rewangeha Mafê Mirov a Sûriye, di yekemîn hefteya meha Remezanê de 224 kesên sivîl di şerê Şûriyê de hatine kuştin, ji wan 67 zarokin û 28 jinin.
Rewangeha Mafê Mirov a Sûriyê ku navenda wê li Brîtanya ye, ew hejmar ji çavkaniyên navxweyî werkiritine, li gorî heman raportê di wê heftiyê de bi sedema bordûmanên firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî li baregehên DAIŞê, 15 welatiyên sivî hatine kuştin 5 ji wan zarokin û 6 jî jinin.
Herwiha di raportê de hatiye ku, 12 welatî bi guleyên çekdarên DAIŞê hetine kuştin, ji wan 3 zarok û 1 jin, bi sedema teqîneya otombîlekê bi riya xwekujekî 13 welatî hatine kuştin 2 ji wan zarok bûn.
Herwiha ragehandiye ku, 4 welatiyên sivîl bi guleyên leşkerên Tirkiyê li ser sînor hatine kuştin û 10 kesên din jî ku 3 zarok 2 jin bûn bi sedema teqîneya bombekê jiyana xwe ji dest dane, 3 welatiyên Sûriyê jî di zindanê de di bin işkenceyê de hatine kuştin.
Di raportê de behsa kuştina 18 welatiyên sivîl bi destê artêşa Rêjîma Esed tê kirin, ji wan 3 zarok û 4 jin in.