Print this page

Rejima Sûriyê ji hebûna hêzên Almanî û Fransî neraziye!

23:48:29

 

Rojava news: Rejîma Sûriyê hebûna hêzeke Fransî û Almanî li Kobanê û Minbicê şermezar kir, da zanîn ku, ew yeke binpêkirina paransîpên belgenameya Neteweyên Yekbûyî û serwerî û serxwebûna wî welatî ye.

Derbarê vê mijarê Wezareta Derve û koçberan a rejîma Sûriyê daxuyaniyeke fermî li ser malpera xwe belav kir tê de, wiha got:"Hebûna hêzên Fransî ligel hêzên Almanî li bajarê Kobanê û bajarokê Minbicê nayê qebûlkirin."

Hikûmeta Sûriyê di Daxuyaniyê xwe da zanîn ku, hebûna wan hêzên biyanî binpêkirina paransîpên belgenameya Neteweyên Yekbûyî û serwerî û serxwebûna Sûriyê ye. Diyar kir ku, pêwîste hevkariya wan wan hêzan bi Hikûmeta Sûriyê re hebe , ji ber ku Artêşa Sûriyê jî li ser erdê şerê terorê dike.

 

Daxuyaniya rejîma Sûriyê di demekê de tê ku, hêzeke Almanyayê jî bi armanca şerê li dijî DAIŞê giheşte bajarokê Minbicê.

 

Berî niha jî her yek ji Amerîka û Fransê ragehandibûn ku, hêzeke wan li Minbicê li gel hêzên Kurdî û Erebî şerê DAIŞê dike.