Print this page

Raqqa: DAIŞê xortek li çarmixê da!

11:52:08

 

Rojava News: DAIŞê li bajarê Reqayê yê Sûriyê, xortek bi hêceta ku casûsî ji “Selîbiyan” re kiriye, bi şêweyekî hovane kuşt û li çarmixê da.

Di rûpelên înternetî yên DAIŞê de wêneyek hatiye belavkirin ku tê de xortek li çarmixê dane. Li gorî ku di dîrokê de tê gotin, Hz. Îsa jî li çarmixê dabûn.

Di bin wêneyê de hatiye nivîsandin ku wî xortî “casûsî ji Selîbiyan (xaçperest-mesîhî)” re kiriye ji ber wê jî hatiye kuştin.

Li gorî wêneyê, li ser sînga wî xortî, ku navê wî Mihemed Ednan e, pankartek hatiye daliqandin û li ser hatiye nivîsandin ku wî xortî casûsî ji hêzên hevpeyman re kiriye.

Di van demên dawiyê de, rêxistina DAIŞê him li Iraqê him jî li Sûriyê pir tengav bûye ji ber wê jî gelek çekdar û endamên xwe bi tohmeta casûsiyê dikuje.