11:58:56
Rojava News: Rewangeha Mafên Mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Brîtanyayê ye û nêzîkî Artêşa Azad a Sûriyê ye, ragihand, hêzên Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê 8 penaberên Sûrî kuştin.
Rewangeha Mafên Mirov li Sûriyê eşkere kir, komek penaberên Sûrî ku ji gundê Xirbe Cûz li devera Cisir Şixûrê ya bajarê Idlibê ber bi sînorê Tirkiyê ve diçûn, rastî êrişa hêzên Tirkiyê hatin.
Li gorî agahiyên wê saziya sivîl, di encama wê êrişê de 8 penaber hatin kuştin, hinek jî birîndar bûn. Hat gotin ji kuştiyan 4 jin û 3ê jî zarokin.
Ji aliyê din ve li gorî ragihandina nêzîkî Hêzên Kurd li Sûriyê 11 penaxwaz haine kuştin û piraniyê wan jî jin û zarokin.