Print this page

Balafirên hevpeymaniyê 9 êrîşên esmanî li Minbicê pêkanîn

12:19:18

 

Rojava News: Hêzên koalisyona hevpeyman ku Amerîka pêşengiya wê dike, li dijî hedefên rêxistina terorîst a DAIŞê li bakurê Sûriyeyê li Minbicê êrişên hewayî pêk anîn. Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku hêzên koalîsyonê li Sûriyeyê bi Navgînên esmanî yên Bêmirov 9 êrişên hewayî pêk anîn.

CENTCOMê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku di êrişên hewayî de gelek dezgehên tektîkî yên rêxistinê, amûrên şerî û wesayît hatin rûxandin.

Di berdewamiya daxuyaniya de hat ragihandin ku êrişên hewayî yên din li herêmên Mera, Ebû Kemal, Reqqa, Eyn Îsa û li derdora Dêra Zorê pêk hatin.