Print this page

Artêşa Sûriyê nêzîkî Firokxaneya Tebqayê dibe

12:26:15

 

Rojava News: Artêşa Sûriyê ber bi Reqayê ve diçe, kêmtirî 10 kîlometran di navbera wê û Firokxaneya Tebqa de maye.

Hêzên hikûmeta Sûriyê bi piştevaniya hêzên Bazê Biyabanê û firokeyên Rûsyayê, zeviyê Sewra yê neftê li parêzgeha Reqa kontrol kiribû. 

Li gor agahiyan, piştî kontrolkirina Sewrayê, niha hêzên artêşa Sûriyê berê xwe dane Firokxaneya Tebqa ya ser bi Reqayê ve. 

Hat gotin kêmtirî 10 kîlometran maye ku hêzên hikûmeta Sûriyê bigihin nav firokxaneyê. 

Tebqa 45 kîlometran dûrî navenda bajarê Reqa ye û cihekî wê yê stratejîk heye. 

Berî girtina Reqa ji aliyê DAIŞê ve, Firokxaneya Tebqa ji aliyê firokojeyên şer ên hikûmeta Sûriyê ve dihat bikaranîn.