3:21:58 PM
RojavaNews: Îro 20 . 6 roja cîhanî ya Penaberane ya ku hatiye terxan kirin ji bo nemayişkirna derd û azar û prisgirêkên penaberan ku Sûriyê di serê lîsta welatên ku welatiyên wê bûne penaber li seranserî cîhanê.
Li gor hejmarên komisyona bilind ya karubarên penaberan bihtir ji şêst melyon penaber li cîhanê hene û bihtir ji bîst melyon penaberî ji ber şeran reviyane, û ew jî bi rêjeya yek ji her sed û bîst û du mirovên ku neçar bûne bibin penaber.
Herweha komisyonê got ku Sûriyê di serê lîsta penaberan de ye li cîhanê û ew jî ji ber ku sêzde milyon derbder û penaber jê derketne, heft milyon ji wan derbideran di nav Sûriyê de û çar milyon û hefsed hezar penaberan ku du melyon û heşsed hezar ji wan li Tirkiyê dmînin, û şesed û pêncî û pênc hezar li Urdunê bicih bûne ji bilî milyon û pênsed hezar penaberên Sûriyê li Lubnanê dimînin û bihtir ji dused û pêncî hezar li Êraq û herêma kurdistanê dimînin û 133 hezar penaberên Sûriyê li mîsrê dimînin .
Herweha heman komisyonê emajekir ku ewrupayê nehsed hezar daxwazên penaberiyê ji penaberên Sûriyê wergirtine .
hêjayî gotinê ye ku pêla penaberiyê ji destpêka du hezar û yazdehan de despêkir dema ku Esed û çekdarên xwe dest bi kuştina Sûriyên ku daxwaza azdyê kirin kir .