Rojava News: Çekdarên DAIŞ’ê li bajarê Dêra Zorê yên Minbicê pênc rojnamevan, bi şewayekî hovane kuştin.
Çekdarên DAIŞ’ê bê ku sedemê kê nişan bidê 5 rojnamevanên bajarê Dêra Zorê (Samir Mehemed El-Ebûd, çalakvanê çavdêriya mafên mirovan a Sûriyeyê Samî Cewdet Ribah, berpirsyarê Televizyona El-An yê Dêra Zorê, Mehmeşd Şaban El-Hac Xidir, Nûçegîhanê Malpera Cirîzê net Mehemed Merwan Îsa û Mustefa Hase yê ku bi saziya “Human Rights Watch” dixebitê) kuştin.
Li gor zanyariyan piştî ku ji aliyêçekdarên DAIŞ’ê ve her 5 rojnamevan hatine girtin, ew bi serjêkirin, teqandina leptopê, kamêryên taybet ên rojnamevanan û her wiha bi riya zincîrên xenqandinê, hatin kuştin.