Print this page

Cerba seredana Moskoyê dike

5:57:55 PM

RojavaNews: Serokê şepêla "El-Xed El-Sûrî" Ehmed Cerba li şandeyekê bo seredana Moskoyê ji hêla wezareta derve ya Rûsî ve hat vexwendin, û îro roja Duşemê biçe bo seredanê.

Li gorî jêderine nêzîk ji Cerba ku, wezîrê derve yê Rûsî Sêrgî Lavrov vexwendineke fermî ji wî re şand û dê rewşa Sûrî di hvdîtinên xwe de gotûbêj bikin.

Berdevkê şepêla "El-Xed El-Sûrî", Minzir Aqbîq ragihand ku, seredana Cerba bo Moskoyê di çarçuva geşteke herêmî de bibe, ku ya dawî seredana wî bo Herêma Kurdistanê û hevdîtinên ligel serokê Herêmê Mesûd Barzanî.