4:00:39 PM
RojavaNews: Rêxistina zarotiyê ya NYê (UNICEF) îro Duşemê ragihand ku, di encama êrîşên asîmanî de li ser bajarokê Qoriyê li parêzgeha Dêra Zorê, 25 zarok hatin kuştin.
Di daxuyaniya xwe de, UNICEF diyar kir ku, karmendên sektora tenduriyê agahî dan bi rakirina termên wan zarokan ji bin bermahiyên avahiyên hatin hilewşandin piştî ku balafirên rêjîmê û yên Rûsî wan topbarandin, û 3ê êrîşên din deverine tijî sivîl û mizgeftek di dema nimêjê de armanc kirin.
Heman daxuyaniya UNICEFê mixabiniya xwe libarê pêkanîna wan êrîşan eşkere kir û bang li hemû aliyên dijberiyê kir da zarokan dûr ji deverên şer û ziyanan bihêlin.
Hêjayî gotinê ye ku, hin rojnamevan ji Dêra Zorê ragihandibûn ku, 90 kes ji wan jin, zarok û pîr di encama êrîşên asîmanî de li ser bajarokê Qoriyê yê di bin kontrola rêxistina DAIŞê de hatin kuştin, û ew êrîş ji hêla balafirên rêjîmê û yên Rûsî ve hatibûne kirin.