Print this page

Nêrebiyê: Seqayek rasteqîne bo dubarekirina danustandinan Nîne Di Dema Ku Esed Sivîlan Bombebaran Dike

4:27:29 PM

RojavaNews : Miwefeq Nêrebiyê, Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê got ku heta niha hîç seqayek rasteqîne  bo piroseyek siyasî nine, di dema berdewamiya kuştar û tawankariyên rêjîma Esed û hevalbendên wî.

Nêrebiyê îro di daxuyaniyeke taybet de amaje kir, ku bêdengiya li hember terora Esed û hevalbendên wê, beşdarî di alozkirina şer û belavbûna terora rêxistina DAÎŞ de kir, hevdem dewletên kartêker hêjî berdewam in di destberdana ji erk û berpirsyaretiyên xwe li hember derencamên bobelatkarî yên bi sedema berdewamiya binpêkirinan Agirbesta Rawestandina Karên Dijminkarî, piştî borîna 127 rojan li ser emzekirina wê.

Herwiha tekez kir ku pêwîste civaka navdewletî bêdeng nemîne, û dest bi bizav û rêşûnên rasteqîn û bilez bike, û pêwîst e di bandora nerênî ya van binpêkirinan têbigihe, ku bûye sedema xetmandina piroseya siyasî, nemaze ku ev binpêkirin berdewamîiya stratîjîya tawankarî ya armanckirina sivîlan e, û tevlîkirina wan carek din wek girawan di pirojeyê gotubêjên mana Esed de.