5:14:50 PM
RojavaNews: Tora Sûriyê ya mafê mirovan kuştina 1271 sivîlan li Sûriyê di meha Hezîrana bûrî de, di raporta ku doh derxistiye belg kirine, bi wê jî hejmara qurbaniyên sivîl di nîvê sala 2016an gihaye 6567 sivîlî.
Toreyê diyar kir ku Rêjîma Esed di nîvê sala nuha de ya 2016an 3471 sivîl kuştine ji nav wan 590 zarok bi rêjeya (4 zarok) rojane û 422 Jin her wiha nekêmî 230 kes bi sedema êşkenceyê hatine kuştin. Rêjeya zarok û jinan 30% ji hejmara qurbaniyan û ev dide xuyakirin ko sivîl bi mebest ji hêla hêzên Esed ve amanc dibin.
Her wiha raportê kuştina 1378 sivîlî ji nav wan 310 zarokî û 179 jin bi encama bombebarana Rûsî belgeh kirine. Û milîtanên PYD jî bûne sedema kuştina 78 sivîlî ji nav wan 10 zarok û 3 jin û 4 bi sedema êşkenceyê hatine kuştin.
Raportê kuştina 785 sivîlî bi destê Rêkxistinên tundrew ji wan jî 764 bi destê Daiş belgeh kirine, ji nav wan 103 zarok û 146 Jin û 7 bi sedema êşkenceyê hatine kuştin.
Raport li ser “Hêzên Esed û Hêzên dijminkarên Rûsî ko yasaya navdewletî binpê kirine axivî, her wiha bi dehan rewş hene ko tawankariyên cengê tê de bûne û pêzanîn destnîşan dikin li gora bi sedan gotinên dîdevanan ko 90% ji êrîşên berfireh û yên tekane li dijî sivîlan û cihên wan bikar hatine.”
Raporteke Mafnasiyê: Rêjîma Esed Ji Destpêka Sala 2016an Ve Rojane 4 Zarok Kuştine
Tora Sûriyê ya mafê mirovan kuştina 1271 sivîlan li Sûriyê di meha Hezîrana bûrî de, di raporta ku doh derxistiye belg kirine, bi wê jî hejmara qurbaniyên sivîl di nîvê sala 2016an gihaye 6567 sivîlî.