Print this page

Erdogan:Emê regeznameyê bidin penaberên Sûriyê

3:06:36 PM

RojavaNews: Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragehand ku, welatê wî amadeye regeznameyê bide penaberên Sûriyê, lê Erdogan ti dem bo destpêkirina dana regeznameyê destnîşan nekir.

Derbarê vê babetê Serokomarê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan di dema beşdarîkirina wî  di vekirina fitara remezanê li bajarê Kilisê de wiha got: "Wezareta Navxweyî kar li ser wê yekê dike ku, regeznameyê bide penaberên Sûriyê yên ku, daxwaza regeznameyê dikin."

Erdogan diyar kir ku ewê regeznameyê bidin penaberên Sûriyê di riya Ofîsa taybet  a ku Wezareta Navxwe avakiriye.