Rojava news: Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ragehand ku, Amerîka hêvî dike ku, agirbesta ji bo 72 seetan li Sûriyê bibe destpêka agirbestek dûrûdirêj.
Di 6 Temûzê doh , Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di kongireyekî rojnamevanî de ragehand: “Em bi germî pêşwaziya biryara Artêşa Sûriyê ya agirbestê jibo 72 seetan dikin, em gotûbêjên xwe dikin jibo maweyê vê agirbestê dirêj tir bibe.”
Herwiha got: “Em bi rijdî hewldanên xwe dikin ku, ev agirbest bibe bingeha agirbestek dem dirêj, bi agirbesta demdirêj dê hemû tiştek li ser erdê were guhertin û ber bi rewşek baş ve biçe.”