13:04:03
Rojava News: Piştî êrîşa Artêşa Sûriyê li ser navçeya Mellah a bakurê Helebê, li beramber rêya Kastêlo, topbarana Artêşa Sûriyê li ser vê rêyê berdewam kir.
Li gorî çavkaniyê xwecihî ji Helebê, gellek welatî li ser vê rêyê hatin kuştin.
Bi gotina çavkaniyên xwecihî, armanca artêşa Sûriyê ji vê yekê ew e ku bajarê Helebê bi giştî têxe bin dorpêçê.
Di encamê de taxên li rojava û navenda Helebê ji aliyê hêzên dijbereyê ve hatin topbarankirin.
Li beramber jî taxên rojhilatê Helebê, ku li bin destê hêzên dijbereyê de ne, ji aliyê Artêşa Sûriyê ve hatin topbarankirin. Li herdu aliyan jî, piraniya qurbaniyan welatiyên sivîl in.
Tank, topavêj, gulle û gelek cûreyên çekan di şerê bakurê Helebê de, tenê bikar anîn û hêzên alîgirên artêşa Sûriyê û hêzên çekdar ên dijbereyê beşdar in.
Li gorî ragihandina Hizbullah a Lubnanî, ku alîkariya artêşa Sûriyê dike, kêmtirî 2 kîlometreyan maye ku rêya Kastêlo kontrol bikin. Êdî li hawîrdorî vê rêyê şer û pevçûnên giran dibin.
Di van şer û pevçûnan de, hêzên dijbereyê ji bakur û rojhilatê Helebê, Mizgefta Elfurqan, Navçeya Zanîngehê, Taxên Fêd û Şêx Meqsûd, topbaran kirin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, ku ji Helebê hatine wergirtin, bi dehan kuştî û birîndar li van taxan ketine.
Odeya Operasyonên Helebê ya opozisyona Sûriyê jî ragihand ku ew rêya Kastêlo jidest nadin, ji ber ku bi kontrolkirin vê rêyê, bajarê Helebê dikeve bin dorpêça artêşa Sûriyê û alîgirên wê.
Li gorî şirovekarên serbazî, bi kontrolkirina rêya Kastêlo ji aliyê artêşa Sûriyê ve, yek ji xalên herî stratejîk û girîng ji destê hêzên dikbereyê dê derkeve.
Ew jî rêyeke sereke ye ji bo gihandina alîkariyan û girêdana Helebê bi bajar û gundewarên bakurê Helebê ve.
Ango, bi kontrolkirina rêya Kastêlo damarê jiyanê li meydana bakurê Helebê ji ser hêzên dijbereyê û taxên li bin destê wê tê birrîn.