12:20:07
Rojava News: Li Reqayê bi tuhmeta danûstandina ligel YPGê, DAIŞ serê çar lîstikvanên topa pê dibire.
Li gor nûçeyeke “Daily Mail” ya Brîtanî, ku DAIŞê li Reqayê serê çar lîstikvanên tîma “Şebab” ya topa pê birî, ew jî bi tuhmeta sîxoriyê bi hêzên Kurd re.
Ji aliyê xwe ve, çalakvanên “Reqe bêdeng tê kuştin” navên wan çar lîstikvanan belav kir, ew jî ev in: Osama Ebû Kwêt, Îhsan el-Şiweyix, Nuhad el-Hisên û Ehmed.
Tê zanîn jî, ku DAIŞ li gundên Reqa û Helebê bi sedan Kurdên sivîl direvîne û wek mertalên mirovî bikar tîne.
Herwiha rojnameya Brîtanî diyar kir jî, ku kesekî din jî bi wan çar lîstikvanan re hate serjêkirin.