07:05:42
Rojava News: Malperên Hikûmeta Îranê eşkere kirin ku, di rojên borî de 11 endamên Pasdaran li Sûriyê hatine kuştin herwiha berî 3 rojan 3 endamên din jî li Sûeiê hatibûn kuştin.
Li gorî rapoertek malpera Şehday Îran, 11 endamên Pasdarên Îranê di şerê li Sûriyê de bi destê çekdarên Opozisyona Sûriyê hatine kuştin.
Malpera navborî navê wan kuştiyan ragehandiye ku evin: Seyid Hesen Huseynî, Seyid Mihdî Şerîfî, Can Husên, Newîd Hisên, Iftîxar Hisên, Wekîl Hisên, Zeynet Hisên, Abîd Hisên, Kamyab Elî û Newîd Elî, herwiha ragehandiye ku ew li ser destî çekdarên Opozistona Sûriyê ya li dijî Rêjîma Beşar Esed li bajarê Helebê hatine kuştin.
Berî niha bi çend rojan 3 endamên din ji Pasdarên Îranê li Sûriyê hatine kuştin.
Li gorî amareyan di maweyê 5 salan de heta niha bêhtir ji 1 hezar endamên Pasdarên Îranê li Sûriyê hatine kuştin.
Hikûmeta Îranê endamên xwe di bin navê “Mudafên Herem” dişne Sûriyê û Elî Xaminayî wan kuştiyan bi kuştiyên Înqilabî binav dike.