Print this page

Rejima Sûriyê kempa penaberan bombebarankir!

Rojava News: Dijbereya Sûriyê îddîa dike ku; Rejima Sûriyê li nêzîkî sînorê Urdunê kempeke penaberan  bomberankiriye.

Li gorî nuçeya daketiye ser Routersê Seyid  Qelemunî, berdevkê yekîneya ehmed Abdo, ya  ser bi artêşa sûriya azad ve  tekez kir ku, frokeyên hikumeta sûriyê , navçeyeke nêzîkî kempa hedlat ya li ser sînorê Urdinê bomberbaran kiriye.

Li gor ajansa Routersê dibe ku ew bombebaran ji aliyê frokeyên Rûsî ve hatibin encam dan.

Ji encama wê bombebaranê jî, nêzîkî 40 kesî ku piraniya wan jin û zarokin, bûne qurbanî.

Duh, hikumeta Sûriyê agirbestek jibo heyama 72 demjimêran raghand bû .