2:49:39 PM
RojavaNews: Şanderê navdewletî (NYê) yê taybet bi Sûriyê, Stêfan Dîmistûra doh ragihand ku, NYê hêviya lidarxistina geşteke nû ji giftûgoyên aştiyê di navbera layanên Sûrî di Tebaxa bê de li Cinêvê dike.
Di peyva xwe de bo beriya hevdîtina wî li gel wezîrê derve yê Elmanî, Frank Ştaynmayer, Dîmistûra got ku, ew hewl didin da giftûgo di Tebaxa bê de berdewam bibin, û amaje kir ku, wezîrê derve yê Emerîkî, Jon Kêrî û berpirsine Rûsî li ser gavên rasteqîn bo çareserkirina kirîza Sûrî pejirandine.
Di heman peyvê de, şandeyê navwelatî diyar kir ku, berpirsine Tirkî jî wî agahdar kirin ku ew hêj bi pêkanîna aştiyê li Sûriyê derbestdar in tevî hewldana derbeya leşkerî ya têkçûyî li Tirkiyê.