Print this page

CİA: Sûriyê yekgirtî namîne!

10:55:46

 

Rojava News: Serokê İstixbarata Amerîkayê CIA  John Brennan, ragehand ku ew bo yekgirtina Sûriyê di pêşerojê de ne keşbîne.

 

Derbarê vê yekê Serokê Istixbaratê Amerîkayê CIA  John Brennan, dîdara Esbîn a Asayîşê de  daxuyaniyekê de wiha got:"Ez nizanim ka dibe yan nabe careke din Sûriyê weke welateke yekgirtî vegere."

 

Serokê CIA destewerdana Serokê Rûsyayê Vilademir Putîn di parastin û mayîna Serokê Sûriyê Beşar El-Esed şermezar kir. Da zanîn ku Putîn bo rêgirtin ji hilweşandina rejêma Sûriyê hêzeke mezin veguhezte wî welatî .

 

Herwiha Serokê CIA aşkere kir ku kirîza Sûriyê aloztirîn û mezintirîn dose bû di jiyana xwe rastê wê hatin.