Print this page

Li Nêzîkî Tedmur ê şer û pevçûn giran bû!

11:56:43

 

Rojava News: Şer û pevcûnin giran di nav Hêzên Rêjîmê û Çekdarên Daişê de li derdorê devera Sewami nêzîkî bajarê Tedmurê li gundewarê Humsê  yê rojhelat derketin.

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina DAİŞê ya radîkal ragihand ku 11 endamên Rêjîmê û milîşên alîgirê wan di şerê nêzîkî Sewami de kuştin.

Di heman mijarî de, di dema ku pevçûn di nav Hêzên Rêjîmê û Şervanên opozisyonê de bilin bû , hêzên rêjîmê bi topa giran derdorê bajarê Telbîsê li gundewarê Humsê yê bakur topbaran kirin.