5:27:52 PM
RojavaNews: Serokê Ajansa Estixbarata Navendî ya Emerîkî CIA Con Brênan doh ji kenaleke nûçeyan a Emerîkî re got, ku Sûriyê dîsa were yekirirn an jî ew dê weha parçekirî bimîne.
Brênan nêrîna xwe li vê barê anî ziman û got:’’ Jiber cudahiya nêrînan û armancên aliyên cuda, pêşeroja Sûriyê ber bi federalîzmê ve diçe’’. Li ser vegera aramiyê li Sûriyê Brênan got:’’ Aramî li Sûriyê bêyî çareserkirina kêşeyên Îraqê dê neyê bidestxistin.
Herweha divê veguheztineke aştiyane ya desthilatdariyê çê bibe, ber bi pêvajoyeke ku Esed ne tê de be’’.