12:05:41
Rojava News: Tora Sûrî ya Mafê Mirovan ragehand ku di meha borî de hezar û 557 kes ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatine kuştin.
Derbarê vê yekê Tora Sûrî ya Mafê Mirovan di raporekî xwe de amarên kuştiyên Sûriyê di Têrmehê de ragehand ku di hundirê mehekê de hezar û 557 kes li sûriyê hatine kuştin.
Li gor rapora Tora Sûriyê ya Mafê Mirovan di nav wan kuştiyan de, 253 zarok û 197 jin hene, da zanîn ku ji sedî 59 qurbanî jin û zarokin.
Herwiha di raporê de hatiye ku 239 kes ji aliyê Rûsyayê ve jî hatine kuştin, da zanîn ku ji aliyê çekdarên Pydê jî 40 sivîl hatine kuştin.
Di raporê de hatiye ku kesên ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin giheştiye 156 kesan, herwiha ji aliyê opozîsyonê ve jî 67 û jialiyê Hevpeymaniya Navdewletî jî 189 kes hatine kuştin.