12:42:05
Rojava News: Artêşa Sûriyê û alîgirên wê rojhilat û bakurê Helebê kontrol kirine.
Hêzên Dijbereyê li rojava û başûrê Helebê ji 2 rojan ve dest bi “Operasyona Helebê” kirine.
Di nûtirîn pêşhate de, şer û pevçûn, li Kampa Henderat, di navbera herdu aliyan de derketin.
Kampa Henderat jî dikeve bakur-rojhilatê Helebê. Girîngiya stratejîk a vê kampê, ji wê yekê tê ku ew di ser rûbereke berfireh re ye, li devera Mellah û Rêya Kastêllo, ku niha ketine destê Artêşa Sûriyê.
Kampa Henderat di destê Artêşa Sûriyê de bû. Lê hêzên dijbereyê ragihandin ku, di çarçoveya rakirina dorpêçê ji ser bakur û rojhilatê Helebê, dijbereyê ev kamp kontrol kir.
Ji aliyekî din ve, hêzên Fesayil Elşemal ragihandin ku wan li bajarokê Elşurfe yê nêzîkî Kulêja Midfeiyê êrîşên giran birine ser hêzên Artêşa Sûriyê û alîgirên wê.
Bi vê yekê, li gorî gotina oposiyonê, yekem qonaxa bi navê Dastana Helebê ya Mezin destpê kiriye, ku hêla sereke ya berevaniya Artêşa Sûrî li başûrê vî bajarî hate şikandin.
Tevî lêdanên tund ji aliyê Artêşa Sûriyê û alîgirên wê jî, hêzên dijbereyê pêşketinên xwe, li rojava û gundewarê başûrê Helebê radigihînin.