Print this page

Dijbereya Sûriyê agirbestê li Helebê red dikin!

10:52:11

 

Rojava News: Çekdarên pozîsyona Sûriyê agirbestê li Helebê red dikin û tekez dikin ku, lihevkirinek di nava hemû çekdaran de li ser vê biryarê heye.

 

Çekdarên opozîsyonê ku dest bi qonaxa sêyemîn ya şikandina dorpêça li Helebê bi beşdariya 9 hezar çekdar kirine, ku bi riya mûşek û otombîlên bombebarkirî beşeke mezin ji devera Ramûsa ya li başûrê Helebê kontrol bikin.

 

Derbarê rêkeftinekê di navbera Amerîka û Sûriyê de bo agirbesteke berferh li Helebê, Artêşa Fetih E-Şam (Eniya El-Nursa berê) ragihand ku, ew li benda biryarên welatên din namînin, şer û pevçûn dê berdewam bin heta rizgarkirina Helebê.

 

Ji meha borî ve hêzên rêjîma Sûriyê karîbû çend taxan li Helebê Kontrol bike û Helebê têxe dorpêçekê, çekdarên opozîsyonê jî hewla şikandina dorpêça li Helelbê dikin.