RojavaNews:Serokê Hikometa demkî ya opozisyona Sûriyê Ehmed Toma ragihand ku : “ proseya nûkirina pasportên Sûriyan yên ku dem bi ser çûye li balyozxaneya Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê li paytexta Qeter ( Dewha ) dê werin nûkirin .
Ehmed Toma li Xazî Eyntab li Turkiyê ji ragihandinê re diyarkir ku : “ ev prose bi şêweyekî yasayî ji aliyê hevpeymaniyê , hikometa demkî û welatên cîhanê ve hatiye pesenkirin .
Toma diyarkir ku balyozxaneya hevpeymaniyê cihê tekaneye yê ku dikare pasportên Sûriyan nû bike û serberkir ku di rêza yekem de Sûriyên ku li Qeterê dimînin , paşî yên li welatê kendava Erebî û di dawiyê de jî Sûriyên ku li welatên din dimînin tên .
Herweha Toma Tekez kir ku di dema 2 heftiyan de wê ev prose têkeve ware cîbecîkirinê de .
Bahoz Rojavayî