Print this page

Serkirdeyekî Hizbulah li Helebê hate kuştin

 11:57:51

 

Rojava News:  Serkirdeyê Hizbulaha Libnanî Hac Hesen Mehmûd Îsa di şerê bajarê Helebê di navbera girûpên opozîsyona û Artêşa rejîma Sûriyê hate kuştin.

Medyaya ser bi Hizbulaha Libnanî ve kuştina serkirdeyê xwe Hac Hesen Mehmûd Îsa di şerê dawî yê bajarê Helebê ku ligel rejîma Sûriyê li dijî operasyonê şer dikir ragehand.Herwiha heman jêderê da zanîn ku du endamên partiya Hizbulah ligel wî serkirdeyî jî hatin kuştin.

Li gor medyayên Libnanî Hac Hesen Îsa li taxa Spartin ji aliyê çekdarên opozîsyonê ve hate kuştin.

Di şerê li Sûriyê de Hizbulaha Libnanî bihtir ji 10 serkirdeyên xwe yên pile bilind ji dest dane, herwiha zêdeyî 500 endamên wê jî hatine kuştin.