Print this page

Rêjîma Sûriyê li aliyê çiyayê Kurdan pêş dikeve!

11:26:02

 

Rojava News: Di navbera Hêzên Rejîma Sûriyê û Dijbereyê de li gundê Şer Qebûi li gundewarê bakûrê Laziqiyê  şer û pevçûn derket di encamde hêzên rejimê dever kontrol kirin.

Piştî ku hêzên Rêjîmê berî dû rojan keleha Şelif kontrol kirin îro jî gundê Şêr Qebûi hate kontrolkirin.

Balafiren rejimê yê şer bi tundî bajarokê Kenseba li gundewarê parêzgehê topbaran kirin, di heman demê de jî helîkopteran dever dibin kontrolê de hêlan.