Print this page

Dijbereya Sûriyê di paşeroja Sûriyê de Esad naxwaze!

10:38:53

 

Rojava News: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê ragihand divê paşeroja Sûriyê bêyî Beşar Esed û simbolên wî be.

Duh Çarşemê li Stenbolê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde û çend endamên desteya siyasî bi şandyarê Amerîkî yê taybet bo Sûriyê Maykil Ratnî û şanda digel wî re civiya.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku herdu aliyan behsa bûyerên meydanî û yên siyasî û bi taybetî yên bajarê Helebê herwiha danûstandina bi Amerîka û Rûsyayê re kirin.

Ratnî destnîşan kir ku gotûbêj digel Rûsya berdewam in û diyar kir ku hêj negihane lihevkirineke dawî û wiha got: “Guhertinên li Helebê çêbûne, hiştin ko ew bibe babeta yekem ku pêdiviya wê bi çareseriyê heye.”

Herdu aliyan mijara dorpêçkirinê gotûbêj kirin û gotin ku ev mijar ji kîjan alî be nema tê pejirandin.

Herwiha herdu aliyan lihev kirin ku giring e sivîl bi azadî bibuhûrin û sînorek ji derdê miletê Sûriyl re bête danîn û dewleteke Sûriyê ya nû bêyî Beşar Esed, bi rêya aktîvkirina pêvajoya siyasî ava bibe.

Serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Elebde tekez kir ku giring e rewşa mirovî li Helebê û li herêmên Sûriyê yên din çareser bibe.

Elebde bal kêşand ser ku ji ber mezinbûna qebareya derdê mirovî gerek Encûmena Ewlekariyê çareseriyên bingehîn bibîne û bihêle ko biryarên navdewletî cîbicî bibin û pêvajoya siyasî aktîv bibe da ber bi veguhêza siyasî ve here û Sûriya paşerojê bêyî Beşar Esed û simbolên wî be.