Print this page

Heleb: Ji aliyekî hewla agirbestê, ji aliyê din şere kî giran dimeşe!

10:47:52

 

Rojava News: Li gorî agahiyan li derdora kargeha çemento li başûrê Helebê û li derdora taxa Hemdaniyê şer di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û Dijbereya Sûriyê de tê kirin.

Wezareta berevaniya Rûsya ragihand ku dê her roj 3 saetan li Helebê şer rawestîne ji bo ku alîkariyên mirovî derbasî nava bajar bibin, lê hemendemê bi hezaran çekdar berê xwe didin Helebê.

Her aliyekî şer bi hezaran çekdar ji deverên din ber bi Helebê ve şandine.

Di şerê nava Helebê de, fermandarekî Hêzên bejahî yê spaya pasdarên Îranê Elî Nazrî, di şerê li dijî Çeyş El Fetih de hatiye kuştin.

Ji aliyê din ve jî Wezaret Berevaniya Rûsya da xuyakirin ku dê her roj 3 saetan şer rawestînin ji bo ku alîkariyên mirovî derbasî nava bajarê Helebê bibin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsya, her roj dê ew agirbest ji saet 10.00ê heya 13.00ê li gora dema Belebê bê cîbicîkirin û dê êrişên firoke û topxaneyên Rûsya û artêşa Sûriyê bêne rawestandin.