12:37:41
Rojava News: ijîşkên li taxên Helebê yên di bin destê opozisyonê ji bo xilaskirina 250 hezar welatiyên sivîl yên ta niha li wan navçeyan dijîn ji serokomarê Amerîka daxwazkirin ku alîkariyê bo wan re bikin
29 Bijîşkan di peyama xwe de ji Obama re diyar kirin ku eger ew êrîşên asmanî berdewambin tu sazî û avahiyên Bijîşkî namînin.
Herweha pijîşkan di peyama xwe daxwaz kirin ku firîna balafirên asmanî li ser Helebê bê qedexekirin.
Bijîşkan di peyama xwe de diyar kirin ku ji destpêka şoreşa Sûriyê û ta niha hejmarin mezin ji heval û hogirên wan di nav destên wan de mirine û hatine kuştin, û eşkere kirin ku hemû cîhan tenê li me dinere çawa em tên kuştin, û tişt nekirine bo alîkariya me, û gotin ku dozen rêjîmê û rûsiya ji sivîlan ku ji deverên şer derkevin tên weke ku pêjin an bazdin û an jî li hêviya kuştina xwe bin.