Print this page

Di girtîgehên Sûriyê de 2100 kesî canê xwe ji dest dan

RojavaNews: Di sala 2014an de, herî kêm 2 hezar û 100 girtî di girtîgehên hikûmeta Sûriyê de canê xwe ji dest dane, rêxistineke mafên mirovan jî dibêje ku praniya wan di bin eşkencê de cane xwe  ji dest dane.


Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand, li gor ku malbatên wan girtiyan aşkere kirine,

Di sala 2014an de herî kêm 2 hezar û 100 girtî di girtîgehên hikûmeta Sûriyê de canê xwe ji dest dane.


Rewangeha Sûrî ku baregeha wê ya serekî li Londonê ye û bi karê şopandina bûyerên şoreşa Sûriyê radibe diyar dike, li gor pêşbîniya wan  hejmara girtiyên di girtîgehên hikûmeta Sûriyê de hatine kuştin ji wê hejmarê bêhtir e.

Di Çileya sala borî de, komîteyeke lêkolînê ku ji aliyê Qeterê ve hatibû pêkanîn ragihand, 11 hezar girtî di girtîgrhên hikûmeta Sûriyê ji ber aşkenceyê canê xwe ji dest dane.


Rawengeha Sûrî jî amaje dike ku, di sala 2014an de ji encama şer û pevçûnên li Sûriyê 76 hezar kes hatine kuştin, Neteweyên Yekbûyî jî dibêje ku ji destpêka krîza Sûriyê, di 15ê Adara sala 2011an, ve 200 hezar kes hatine kutşin.