Print this page

Qasim Suleymanî milîsên şîe yên Iraqê dibe Sûriyê

01:57:10

 

Rojava News: Hat zanîn ku berpirsê hêza Quds a pasdarên Îranê Qasim Suleymanî ji milîsên şîe yên Iraqê (Heşda Şeibî) re gotiye, piştî şerê Mûsilê “ezê we bibim Sûriyê!”

 

Rojnameya “Siyase” ya Kuwêytê, ji zarê berpirsekî tevgera Sedir a Iraqê eşkere kiriye ku pasdarê îranî Qasim Suleymanî bi fermandeyên Heşda Şeibî re civiyaye û ji wan gotiye, piştî şerê Mûsilê dê nîvê wan bişîne Sûriyê ji bo alîkarê Beşar Esed.

 

Wî rayedarê tevgera Sedir daye zanîn ku di wê civînê de berpirs û nûnerên komên şîe yên Bedir, Hizbullaha Iraqê, Serayaya Xurasan, Esaîb Ehl Heq û hinek komên din beşdar bûne.

 

Li gorî wî zilamê şîe, Îran dê bi vê yekê hevsengiya hêz li Sûriyê bide guhertin çimkî milîsên şîe di şerê nav bajaran de xurt in.