11:32:01
Rojava News: Cîgirê wezîrê derve yê berê yê Îranê ragehand, ku wan dû caran daxwaz li serokê rejîma Sûriyê kiriye ku Sûriyê bihêlê û biçe Îranê.
Berî naha fermandarê sipaha Qudsê ya Îranê Qasim Silêmanî ragehandibû ku welatê wan daxwaz li serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad kiriye ku, bixwe li gel malbata xwe Sûriyê bihêle û li Îranê rêveberiya şer bike.
Dûh roja înê 12.08.2016ê cîgirê wezîrê derve yê berê Emîr Ebdulahiyan di hevpeyvînekî li gel kanala fermî ya Îranê de ragehand, welatê wan daxwaz li Beşar Esad kiriye ku bi hevsera xwe û zarokê xwe re Sûriyê bihêlê biçin Îranê.
Li gor gotinên Emîr Ebdulahiyan, serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad pêşneyara Îranê red kiriye û ragehandiye, ya herî baş ewe ez heta dawiyê li gel gelê xwe bim.’’