Print this page

Balafirên bombebaranê yên rûsî li Deyrezorê li DAIŞê da!

12:26:16

 

Rojava News: Hate ragihandin ku 6 balafirên TU-22M3 yên hêzên hewayî yên Rûsyayê, li Deyrezorê çeperên DAIŞê bombebaran kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê, balafirên bombebaranê TU-22M3 yên ji Rûsyayê firiyan, li başûr rojava, li rojhilat û bakur rojhilatê Deyrezorê êrîşên hewayî li hemberî baregehên DAIŞê çêkirine. Di encama bombebaranê de du ciyên kontrolê, şeş enbarên çekan, du tang, çar wesayitên bizirx û heft cîb hatine tunekirin.

Hate diyarkirin ku di encama operasyonê de gelek terorîstên DAIŞê hatıne kuştin û di dema operasyonê de jetên Su-30SM û Su-35S yên li baregeha Hmeymimê, berevaniya balafirên TU-22M3 kirine.

Di daxuyaniya wezaretê de hate diyarkirin ku balafir piştî bidawîhatina operasyonê vekeriyan baregehên xwe.