Print this page

Libnan: Zarokên Sûriyeyî dixwazin bibin rojnamevan

01:35:08

 

Rojava News: Li herêma Beqayê ya Libnanê ku li ser sînorê Sûriyeyê, zarokên penaber ên kampekê ji kampan diçin progameke perwerdehiyê gelekî cuda ji yên dibistanên asayî. Kursên vê programê pêşniyarî zarokan dike bibin rojnamevan.

Komeleya Beyondê ya li Libnanê ku bi kêşeyên penaberan ve mijûl dibe, bangî mejiyên ciwan ê welatî kir ta ku li kampên rojhilatê wî welatî waneyên rojnamevaniyê bidin. Ev kûrsên ku wek "kulubên rojnamevaniyê" hatine binavkirin, armanc dike ku behreya zarokan derxîne holê.

Dersên wek nivîsîna tekstên nûçeyan, nivîsîna çîrokan, amadekirina nûçeyan û axiftina li pêşberî girseyeke aşopî ya guhdaran di programê de hene.

Herwiha dersên vegotina helbestî ya kêşeyên siyasî jî tên perwerdekirin.