10:24:23
Rojava News: Netewên Yekgirtî derbarê rûdana karesateke mirovî li Heleb hişdariyê dide û daxwaz ji Rûsya û Amerîka dike bilez li ser agirbestekê birê bikevin.
Di çend hefteyên borî de şer û pevçûn di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de bi awayekî tund hatin jiyan kirin û ew pevçûn bûn sedema kuştina bi sedan kesan, herwaha bêparbûna bi dehan hezaran kesan ji av, kehreb û pêwîstiyên jiyanê.
Sekreterê NY Ban Ki-Moon di raporta xwe ya dawiyê de derbarê derbasbûna alîkariyên mirovî ji Helebê re ji Encûmena Asayişa Navnetewî re ragihand “Li Heleb metirsiya karesateke mirovî ya bêhempa heye, ku ji 5 salan ve nakokî û xwînrijandin heye.”
Ki-Moom amaje kir, şer û pevçûn li ser erdê û bidestxistina çavkaniyan, welatî bê cudehî di bin êrîş û bermîlên teqîner de ne, ku bi sedan jin û zarok tên kuştin.
Herwiha Ki-Moon got, hemû aliyên şer pabendî bi parastina sivîlan nabin.
Ki-Moon daxwaz ji Mosko û Washingtonê kir, ku bilez agirbesteke 48 demjimêran ragihînin û alîkariyên mirovî derbasî Helebê bikin.