11:12:49
Rojava News: Komên girêdayî Artêşa Azad, bajaroka Çobanbeyê ya di destê DAIŞê de bû, kir bin kontrola xwe.
Li gorî agahiyên hatin bidesxistin, Cebheya Şamê, Tugaya Sultan Mûrad, Nurettîn Zengî û hin komên din bajaroka Çobenbey ya di navbera Bajarên Celabrûs û Ezazê de ye kirin bin kontrola xwe.
900 milîtan beşdarî operasyonê bûn û bajaroka Çobenbeya ku nêzî sînorê Tirkiyeyê ye de ye kirin bin kontrola xwe.
Di operasyona ku bi hevkariya balafirên koalîsyonê hate kirin de, gelek wesayetên DAIŞê yê bombebarkirî hatin rûxandin û 4 DAIŞî jî hatin desteserkirin.
Şer û pevçûnên derdora bajaroka Çobanbeyê hêj berdewam dike û hate gotin ku Artêşa Azad bo ku Celabrûsê jî bidest bixe jî wê operasyoneke mezin bide destpêkirin.
Li bajaroka Çobanbeyê bi qasî 17 kîlometre dûrî Celabrûsê ye û şêniyên wê tirkman û ereb in.
Bajaroka Çobenbeya ku di navbera Celabrûs û Ezazê de ye heta meha nîsanê di bin kontrol Artêşa Azad de bû.