Print this page

Li Helebê Êrîs: 10 Mirî

Rojava News: Hat ragihandin ku li Heleba bajarê Sûriyeyê bi erebeyeke bombebarkirî êrîsî cihê kontrolê ya ku di destê Eniya Nusrayê da ye kirin û di êrîsê da 10 kes mirin.

 

Di daxuyaniya Komîteya Kordînasyona Heremîya Sûriye yê  de hat diyarkirin ku li bakurê Helebê bi otomobîleke bombebarkirî erişî cihê kontrolê ya ku di destê êniya Nusraye de ye kirin û di erîşê de 10 kes mirin û gelek kes jî birîndar ketin.

 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku birîndar bi ambulansan rakirin nexwasxaneyên sehrayê û ênîya Nusrayê piştî erîşê li herêmê tevdîrên ewlehiyê zêde kir.

 

Te gotin  ji ber ku Eniya Nusrayê ber bi Nubul û Zehrayê gundên li bakurê Helebê peş de diçê rexistina DAİŞê ji bo ku tola xwe li  wan hildê erîş kiri ye.