01:47:10
Rojava News: Hat diyar kirin ku keştiyên Rûsî yên li rojhilatê Behra Spî bi moşekên krûz li hedefên Eniya El Nûsrayê(bi navê xw eyê nû Fetîh El Şam) xist.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku keştiyên Rûs ên bi navê Zelyoniy û Serpuhov ên li Behra Spî hatine bicihkirin, vê sibehê di saet 10.55a de li hemberî hedefên El Nûsrayê moşekên krûz avêtin.
Di daxuyaniyê de hat dest nîşan kirin ku di encama operasyonê de li herêma Der Tazayê cihekî fermandariya El Nûsrayê û îmalatxaneyeke bombeyan a El Nûsrayê û li derdora Helebê jî depoyekî çekan hat tune kirin.