Rojava News: Li bajarê Helebê yê Sûriyê ku dengê gule û topan, mij û dûmana barûdê bi xwe re hildide azmana, ji azmanan berf û seqayek gelekî dijwar tê xwarê.
Li wî bajarî, ku niha bûye qada şerekî ku aliyên wê ji piraniya xwe nayên naskirin, mirov di rewşek gelekî dijwar de dijîn, bêyî av û bêyî xwarin û bêyî sotemenî.
Wek praniya welatên navçeyê, pêla berfê bajarê Helebê jî vegirtiye, lê wê pêlê jiyana zarokek save ku tenê ew 2 roj bûn ji dayik bibû, bidawî anî.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxyaniyekê de dibêje, li bajarê Helebê rêjeyeke zêde ya berfê bariyê, ji ber dijwariya jiyanê û nebûna pêwîstiyên jiyanê û valabûna navendên pizîşkî ji dermanan, li taxa Ferdos ya ku dikeve başûrê Helebê de, zarokek save ku tenê berî du rojan ji dayik bibû, ji sermayê canê xwe ji dest da.
Zaroka 2 rojî, ku hîn nav lê nehatibû kirin, ji aliyê bavê wê ve bi axê hat spartin, di gorekê de ku di bin berfê de hatiye kolandin.