13:07:40
Rojava News: Li gorî nûçeyek di rojnameya El-Sefîr a erebî de hatiye weşandin alîkarê şêwirmendê MITê duh çûye Şamê û bi rayedarekê istixbarata Sûriyê re hevdîtin pêk aniye.
Li gor nuçeyên ser ragihandinê hatine belavkirin; Nivîskarê rojnameya El-Sefîrê Mihemed Belût di nivîsa xwe ya îro de nivîsandiye ku alîkarê Şêwirmendê Rêxistina Istıxbarata Tirkiyê (MIT) serdana Şamê kiriye.
Li gor nuçeya ku Belût parvekiriye ku agahiyên xwe ji hin jêderan wergirtiye, mijara hevdîtina her du rayedaran pêşketinên dawî yên li bakurê Sûriyeyê bû.
Weke tê zanîn du roj berê Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku "Esad dikare di qonaxa guhertina desthilatdariyê de weke serokomar bimîne. Tirkiye dê di 6 mehên bê de li Sûriyê xwedî roleke aktîvtir bilîze".