13:45:38
Rojava News: Piştî peymana ku tê îdiakrin ku di navbera Artêşa Sûriyeyê û komên çekdar de pêk hat, gelek endamên komên çekdar û sivîl ji bajarê Dareya derketin.
Bajarê Dareya yê girêdayî Şamê ji sala 2012an ve ji aliyê Artêşa ve dorpêç kiriye û li wir rewşa mirovî heta asteke mezin zehmet bibû. Li gorî lihevkirina di navbera hêzên rêjîma Baas û komên çekdar de pêk hat, hejmarek ji endamên komên çekdar tevî malbatên xwe û hin niştecihên Dareyayê bi amadebûna artêşa rêjîmê û ambûlansên girêdayî Heyva Sor a Sûrî bi 6 otobîsan ji bajar derketin.
Li gorî lihevkirinê divê derdora 4 hezar sivîl ji bajar derkevin û li herêmên di bin kontrola hêzên rêjîmê de bi cih bibin.
Her wiha derdora 700 çekdar bi çekên xwe yên sivik derkevin û biçin parêzgeha Idlibê. Tê payîn ku derketina sivîlan û çekdaran ji bajar îro temam bibe.