Print this page

Rejîma Sûrîyê bajarê Himsê bombebaran dike

09:37:32

 

Rojava News: Firokeyên rejîma Sûriyê taxa El-weir ya bajarê Himsê bi mûşekû roketên Napalim ên ku bikaranîna wan qedexeye bombebaran kir.

Çalakvanên taxa El-Weir yê bajarê Himsê ragehand ku,

Duh, firokeyên rejîma Sûriyê 8 caran ew tax bombebaran kir, di encam de zêdeyî 10 welatiyên sivîl birîndarbûn piraniya wan jin û zarok bûn.

Heman jêderê kurtevîdyoek belav kir, tê de zarokek ji şewata mûşekên Napalim dilerize.

Bombebarankirina taxa El-weri di demekê de tê ku, taxa Dariya ji nişteciyên xwe hata valekirin, tê pêşbînî kirin kirin ku, hin taxên Parêzgehan Himsê jî heman sînaryo be.