Rojava News: Serokê Meclîsa Tirkman a Sûriyê Ebdurrahman Mistefa got ku, dê li Tirkiyeyê 15 hezar leşkerên Artêşa Azad a Sûriyê bên perwerdekirin.
Cara ewil e ku agahiyên di berbarê “li Tirkiyeyê perwerdekirina leşkerên Artêşa Azad a Sûriyê” de ji aliyê çavkaniyek fermî ve tê piştrastkirin.
Ebdurrahman Mistefa ji Rûdawê re got: “Di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî de Tirkiye û hin dewletên din dê 15 hezar leşkerên Artêşa Azad a Sûriyê perwerde bikin.”
Mistefa anî ziman ku divê artêşa Sûriyê ya pêş de bê avakirin ji aliyê Tirkiyeyê pêk be û got: “Ez taybetî behsa tirkmanan dikim. Divê Tirkiye taybetî li ser tirkmenan birawete.”
Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan jî got 15 hezar leşker kêm in.
Orhan wiha got: “Tirkiye dixwaze li Sûriyê bandora xwe zêde bike. Ev yek bi tenê perwerdekirina leşkerî çênabe. Ji ber vê yekê ji perwerdekirina 15 hezar leşker encamek siyasî ya mezin dernakeve.”
Leşkerên dê li kampa parêzgeha Kirşehir bên Perwerde kirin. Piraniya çekan jî dê Amerika bide wan.