22:32:35
Rojava News: Rêxistina DAIŞê kuştina berdevkê xwe li bajarê Heleb ê Sûriyê ragihand.
Ajansa Amaq a ser bi DAIŞê ragihand, berdevkê fermî yê wê rêxistinê Ebû Mihemed Ednanî li bajarê Heleb ê Sûriyê hatiye kuştin.
Li gorî zanyariyên, navê eslî yê Ebû Mihemed Ednanî, Teha Subhî Felah e û dala 1977an li bajarê Idlib ê Sûriyê ji dayik bûye.
Ednanî yek ji gotarbêjên diyar ên DAIŞê bû û rolek mezin di belavkirin û gihandina peyamên wê rêxistinê de hebûye.
Di sala 2000 de, Ednanî peyman da Ebû Museb Zerqeawî û li Iraqê di şerê li dijî leşkrên Amerîka de beşdarî kiriye.
Herwiha Ednanî ji ber paşxana hizrî û cîhadî ve, çendîn caran ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve hatibû girtin.
Di sala 2011an de, Ebû Mihemed Ednanî bi hevaltiya Ebû Mihemed Colanî û li ser fermana Ebûbekir Bexdadî, li Sûriyê Eniya El-Nusra ava kir.
Di Hezîran a sala 2014an de, bi fermî peyam da Ebûbekir Bexdadî û ew wek Xelîfeya Dewleta Îslamî (DIAŞ) qebûl kir û piştre bû berdevkê fermî yê wê rêxistinê.