4:52:22 PM
RojavaNews: Carek din Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê daxwaz ji NY kir, ji bo pêkanîna lêkolîneke cidî li gel hin ji berpirsên xwe yên alîgir ji rêjîma Esed û yên destê wan di pêşkêşkirina piştgiriya darayî heye bo hin aliyên dibin sizayên navdewletî de.
Hevbendiya Niştimanî duhî di daxuyaniyekê de got ku "ev raporta Rojnameya Garidiyan dibe serê çiyayê berfê an ku gelek peywendiyên gomanlêkirî yên mezintir ên berpirsên NY li Şamê hene".
Hevbendiyê bal kişand ku wê di demeke pêştir de NY agahdar kiribû û redkirina xwe dabû xuyakirin li hember hebûna nivîsîngeha NY ya serekî li Şamê, di heman dema berpirsyaretiya wê di ber çalakiyên lojîstîk û girêdana hevdîtinan de, tevî hevdîtinên wê digel berpirsên opozisyonê û kesayetiyên ji rêjîmê cudabûyî re, ku ev dihat bi wateya ku zanyariyên wan kesan û çavpêketinên wan ligel berpirsên NY cihê dûvçûn û çavdêriya rêjîmê bûn".
Herwiha Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de amaje kiribû ku wê bêhtir ji carekê daxwaza lêkolînê kirbû li ser gihandina alîkariyên NY bo serbazgehên rêjîmê û milisên wê, ku ev yek bi zanyarî û wêneyan hatibûn dîkomentkirin, wek tişta hatî eşkerekirin li serbazgeha Elmestoma li Idlibê.
Daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî pêde diçe û dibêje: "ku heta niha berpirsên NY, daxwazên ji bo pêkanîna lêkolîneka cidî ji xwe re nekirine xem, lewra pêwîst e dewletên endam bikevin kar ji bona rawestandina van reftarên metirsîdar, yên ku ziyanan digehînin NY û gomanan ji aliyê xelkê Sûriyê û gelek aliyan têxe li ser rola wê di Sûriya de".