5:00:32 PM
RojavaNews: Rêxerê giştî yê desteya bilind ya danustandinan Riyad Hicab, carek din hebûna rola Beşar Esed û desteka wî ya desthilatdar di qonaxa veguhêz de ,ya ji bo paşerojeke nû ya Sûriyê red kir.
Duhî roja sêşemê û piştî hevdîtina wî li gel Şî Şiyaw, şanderê Çînê yê taybet bo karubarê Sûriyê û berpirsên wezareta derve ya Çînê, Hicab di daxuyaniyekê de, amaje da ku rêjîma Esed "pabend nebûye bi van biryaran, û ket di hevpeymaniyan de ligel gelek milisan ji bona pêkanîna oparisyonên serbazî dijî Helebê û hewla valekirina wê ji nişteciyên wê yên resen da".
Hicab helwesta desteya bilind ya danustandinan ji şanderê Çînê re pêşkêş kir derbarê "yekparçebûna xaka Sûriyê, û yekîtiya pêkhateya civakî, û çareseriya siyasî, û fermanraniya firealî û parastina dezgehên dewletê, û nabe rola Beşar Esed û her kesê tawan pêk anîne di qonaxa veguhêz de hebe ".
Hicab tekezî li ser "pêgiriya desteyê bi çareseriya siyasî ligor daxuyaniya Jinêv û biryarên encûmena asayîşa navdewletî kir, û bi taybetî herdu biryarên 2118 û 2254, û xuya kir ku desteya bilind "her ji destpêkê de bi cidî û erênî reftar li hember mijara çareseriya siyasî li Sûriyê kir".
Hicab bal kişand ku "pêwîstiya destpêkirina geşteke nû ya danustandinan bi karnameyek zelal heye, li ser bingeha veguhestina siyasî û cêbicêkirina biryarên navnetewî, û derbaskirina alîkariyên mirovî û serbestberdana girtiyan û rêxweşkirina li pêş vegera koçberan".