Print this page

Fermandarê pasdaran li Sûriyê hat kuştin!

09:49:33

 

Rojava News: Fermandarê pasdarên Îranê li Sûriyê yê bi navê Daryuş Durustî li bajarê Hamayê hat kuştin.

Li gor nûçeya medya bi ser pasadaran ve Defapressê, Daryuş Durustî li bakurê bajarê Hama yê Sûriyê di pevçûnên bi dijbereyê re de hatiye kuştin.

Hat gotin cenezayê Durustî di destê hêzên çekdarên dijbereya Sûriyê de ye.

Ji aliyê din ve medyaya Îranê ragihandibû 10 leşkerên Îranê ku di nav de fermandarên pilebilind jî hene li Sûriyê jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha hat gotin ji destpêka şerê Sûriyê heta niha zêdetirî hezar û 300 leşkerên Îranê hatine kuştin.