Print this page

Rejima Sûrî li Helebê pêş dikevê!

Rojava News: Artêşa Sûriyê careke din akademiyên leşkerî û taxên rojhilata bajarê Helebê dorpêç dike.

Piştî mehekê ji şikestina dorpêça li li ser taxên başûrê Helebê ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve, careke din artêşa Sûriyê bi piştevaniya çekdarên Hizbulaha Libnanî û mîlîşyatên Îranî ve, karîn Akademiya Leşkerî kontrol bikin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, li taxa Ramûsê şer û pevçûn di navbera rêjîma Sûriyê û çekdarên opozîsyonê derket, ku rêjîma Sûriyê karî (Kilîja Topxaneyê, Kulîja Leşkerî û Dibistana esmanî) ji opozîsyonê kontrol bike. 

Ev her sê akademiyên leşkerî ku li başûrê Helebê dikevin, bi girtina wê deverê,  riya sereke ya çakdarên opozîsyonê bo taxên rojhilatê Helebê dikevin dorpêçê, ku dora 250 hezar kes tê de dijîn.

Herwiha firokeyên Sûriyê jî taxa Meşhed ya li başûrê Helebê bi bermîlên teqîner bombebaran kir.